Karta LMA-kort ji bo penaxwazan

LMA-kort för asylsökande – kurmandji

LMA tê wateya qanûna li ser wergirtina penaberî xwaza. Karta LMA karteke plastîk wêneyê te liseri xwuyadiki ku tu penaberî xwazi.

Dema tu li Swêd daxwaza penaberîyê biki wêneyê te tê kirtin. Dûv re tu kartek bi navê karta-LMA digri. Ev kart ne karta nasnameyê yi (id-kort), lê delîleki ku tu penaberî xwazi û tu karê li Swed bimîni dema tu li hêvya biryarê yi. Kart ew şexsî ye û şûna wê meqbûza ku te stendibû dema ku te daxwaznama penaberiyê da. Di karta-LMA de agahdarî hene ku dema tu penaberî xwazi mafê te heye tu xebatê biki, ew di bin navê AT-UND.

Bild av LMA-kortZoom image

Karta-LMA. pêl wêne ki wê mezin biki.

Karta-LMA tim bi xwere bihêli

Di binê wêne di li ser karta-LMA numra doza te a Daîreya koçê heye, dema ku tu bi xebatkarên Daîreya koçê re di axivi başe ku ev numre hebe. Bi alîkariya vê numrê hêsantire ku zû ewraqê te bên pêş.

Dema ku tu bi daireyan re têkeve têkilyi an hewce bi ku tu nîşanî xwedyê kar biki ku mafê te yê xebatê heye, karta-LMA nîşan bidi. Ger te karek stend û tu dixwazi hesabekî li bankê veki divê tu karta-LMA pêşkêşî bankê biki.

Di hin rewşan de tu dikari karta-LMA bikar bîni da ku tu xwe bidi naskirin dema ku tu pakêtên postê yên ji derveyî welêt an posta qeydkirî ji Daîreya koçê bistîni.

Heke tu karta-LMA li dermanxaneyê nîşan bidi tu ji bo piraniya dermanên ku tu bi reçeteya bijîjkî dikiri xercek kêmtir bidi. Her weha tu di hin rewşan de xerca nexweşan kêmtir didi ger tu karta-LMA ya xwe nîşan bidi dema tu daxwza tenduristiyê diki.

Li derbarê lênêrîna ji bo penaxwazan de bêtir bixwîne  

Dema derbas­daryê a karta-LMA

Dema tu penaber xwazi ne pêwiste tu karta-LMA a xwe biguheri, lê pêwiste tu serdana Daîreya koçê bikin bi rengekî muntezem ku bo dema derbasdaryê a kartê bê dirêj kirin.

Karta-LMA bi dîjîtal tê nûvekirin û dema derbasdaryê kari sê meha bi dirêjkirin her carê ku tu serdana Daîreya koçê diki, bêyî ku ji sedemê serdanê çibin. Bi dilxwazî ji rêvebirê ku tu pê re hevdîtinê diki bipirsi ka heyama derbasdarya kartê hatiye dirêj kirin. Ger te çend meha serdana me nekiribi tu tê bibîrxistin ji me dû hefteya berî dema derbasdaryê a karta te biqedi. Ger karta-LMA ya zarokên we jî hebe ku divê were dirêjkirin divê zarok bi we re bên cem Daîreya koçê.

Karta-LMA kodek-QR heye

Kartên-LMA ê nû ger piştî 1 çile 2022-an hatibin dan kodek-QR ya wan heyê ew dihêle her kesê ku xwedan xwundina-QR bi bi hêsanî kare kontrol bike ka kart derbasdare û gelo mafê te yê xebatê heye (ku jê re tê gotin AT-UND). Ne agahdariyê zêde ê kesane liser te tên xuya kirin û kontrol nayê tûmarkirin.

Gava tu biryarê li ser AT-UND distîni ew rasterast li ser karta-LAM a te tê tomar kirin û xwedyê kar bi koda-QR kare vê kontrol bike.

Ger te kerta-LMA winda kir

Ger kerta-LMA ya te were dizîn, an tû wê winda biki, divê tû vê yekê ji navenda pêşwaziyê re an navenda xizmetê re ragihîni. Daîreya Koçberyê wê demê kerta te betal diki û yeke nû ji bo te dixwazi.

Kartê vegerîn

Dema karê te ji Daîreya koçê xelas dibi Karta-LMA vegerîn. Ev derbas dibe ger te destûra rûniştinê wergirtiye, mafê te yê alîkariyê ji ber sedemên din qediyan ya tu jidev Swêd berdi.

Beşa pêşwazîkirinê (mottagningsenhet) ya xwe bibîne (bi înglîzî)

Berî werê cem me divê tu wext veqetînê (bi înglîzî)

Last updated: