Daxwazkirina mafê penaberîyê

Att ansöka om asyl – kurmandji

Heger li welatê xwe di bin zor û taqîbatê de yî yan jî metirsî heye ku tahdayê ji derveyê mirovayetîyê bi te bê kirin, wê demê dikarî li Swêdê serî li mafê penaberîyê bidî.

Di van rûpelan de dikarî bixwînî ka mirov li Swêdê çawa daxwaza penaberîyê dike, kî dikare mafê penaberîyê wergire û ka daxwaznameyek (miraceatek) çawa tê mihakemekirin.

Ji bo karibî li vir serî li mafê penaberîyê bidî pêwîst e tu yan li Swêdê bî yan jî li ser sînorê Swêdê bî.

Îstîsnaya bi tenê ji bo penaberên kotakirî derbas dibe ku dikarin bi rêya Komîsyona bilind ya mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ji welateke din daxwaza penaberîyê bikin.

Li ser sîstema kotakirinê bêtir bixwîne (bi înglîzî)

Last updated: