Eger we bi kesek dî re li Swêdê zarokek hebe an hûn li benda zarokekê bin

Om du har eller väntar barn med någon i Sverige – kurmandji

Eger we zarokek hebe ku hemwelatiyê Swêdê be an ku destûra jîyana li Swêdê hebe, hûn dikarin di hinek rewşan de destûra rûniştinê ji ber têkiliyên xwe gel zarok, bistînin bêyî ku dev ji Swêdê berdin.

Di normalê de kesek ku dixwaze bi hev re bi endamên malbata xwe li Swêdê bijîn divê daxwaza destûra rûniştinê li sefaret Swdê an konsulxaneya giştî li welatê xwe yê xwemalî, an jî li welatekî din ku wî an wê destûra rûniştinê têda hene, bikin. Divê destûra rûniştinê were derxistin pêş ku kesek bê Swêdê.

Liser tiştê pêwîst ji bo bidestxistina destûra rûniştinê ji ber têkiliyên malbatî yê nêzî gel kesekî ku li Swêdê dijî, agahîyên bêtir bidest bînin (bi înglîzî)

Daxwaza destûra bêyî ku dev ji Swêdê berdin

Eger we daxwaza penaberiyê kiriye û li gel kesekî din ku li Swêdê dijî, zarokek we heye an hûn li benda zarokekê bin hûn dikarin di hinek rewşan de destûra rûniştinê ji ber têkiliyên xwe gel zarok, bistînin bêyî ku dev ji Swêdê berdin. Eve pêk tê eger ku we zarokek hebe ku destûra rûniştinê li Swêdê hebe yan ku hemwelatiyê Swêdê be, an jî, eger hûn bi kesê ku hemwelatiyê Swêdê e an ku destûra rûniştinê heye li benda zarokekî bin.

Eger pêwîst be ji bo li zaroka xwe neveqetin li Swêdê bimînin, divê hûn liser rewşa malbata xwe gel Ajansa Koçberiyê biaxivin. Nameyekê binivîsin û rewşa zarokê xwe, an jî zaroka ku hûn li bendê ne, şirove bikin. Bibêjin ka çima hûn nikarin cuda ji zarokê xwe rêwîtiya welatê xwe yê xwemalî bikin, ji bo daxwaz kirina destûra rûniştinê ji wir, û di nav de belgeyên ku xizmatî yan ducaniya we îspat bike pêşkêş bikin. Herwisa di nav de forma ‘Daxwaznameya ji bo destûra rûniştinê ji bo mana li Swêdê, forma hejmara 160011‘ te jî bikin.

Daxwaznameya ji bo destûra rûniştinê ji bo mana li Swêdê, forma hejmara 160011 (bi swêdî) Pdf, 822.8 kB, opens in new window.

Daxwaznameya ji bo destûra rûniştinê ji bo mana li Swêdê, forma hejmara 161011 (bi înglîzî) Pdf, 779.4 kB, opens in new window.

Hûn dikarin hertim rewşa malbata xwe ji Ajansa Koçberiyê re şirove bikin gava ku hûn li Swêdê ne, bê berçav girtina vê yekê ka zarokê we hatîye dinê an ku we daxwaza xwe ji Ajansa Koçberiyê an jî ji bo dadgeha koçberiyê re radest kirîye.

Li ser karê ku hûn dikarin bikin, eger we biryara redkirina têketina an dersînorkirinê ku dema gazîkirina vê jî qetiyaye, vergirtîye, lê hûn dixwazin ji ber têkiliyên bi zarokî li Swêdê bimînin, agahîyên bêtir bidest bînin

Last updated: