Çawa ji bo penaberiyê daxwazê pêşkêş bikin

Så här ansöker du om asyl – kurmandji

Heke hûn mafê penaberiyê li Swêdê dixwazin divê hûn herin Ajansa Koçberîyê bo radest kirina daxawaz xwe. Ev ne mumkin e pêşiya ku hûn bêne Swêdê daxwaza penaberiyê bikin.

Eger we polîsên sînor dîtin dema têketina Swêdê ji wan re bêjin ku hûn dixwazin ku ji bo penaberiyê daxwaz pêşkê bikin. Ew polîsên sînor in ji bo nimûne li nuqteya kontrolê pasaporta li balefirgehên navdewletî hene, di termînalê û li cihê ku trênan û otobusên têne Swêdê hene. Dibe ku polîs sînor ji we hin pirsan bipires û dê hingê te we radest Ajansa Koçberîyê bike, cîhê ku hûnê daxwaznameya xwe ya penaberiyê pêşkêş bikin.

Heger tu ji destpêkê ve li Swêdê yî divê tu bixwe bi Daîreya mihacirîyê ya gîştî re têkilî deynî. Tu dikarî li beşên miraceatê yên Daîreya mihacirîyê ya gîştî yên li bajarên Göteborg, Malmö yan jî Stockholmê miraceata xwe deynî.

Cihê ku yekîneyên Ajansên koçberiyê ji bo daxwaza mafê penaberiyê dikarin peyda bikin (bi înglîzî)

Ajansa Koçberîyê dê daxwaz­na­meya we qeyd bike

Gava hûn ji bo mafê penaberiyê daxwaza xwe pêkşê dikî, hûn şirove dikin ka hû kî ne, hûn çima dixwazin ku ji bo mafê penaberiyê daxwazê pêşkêş bikin û çawa hûn gehîştine Swêdê.

Divê tu bibêjî tu kî yî

Eger we pasaport an jî ti belgeyên nasnameyê yên din hene divê wan li radest bikin da ku nasnameya xwe îspat bikin: navê we çi ye, kengê hûn hatine dinê û hûn hemwelatiyê kîjan welatî ne. Ev girîng e ku tu nasnameya xwe radestî Ajansa Koçberîyê bikî da ku ev bikaribe biryareke rast bigire.

Eger hûn nikaribin ti belgeyên nasnameyê bidet bînin divê hûn hewl bidin ku îspat bikin ku hûn kê ne. Hûn dikarin wan karan bikin, ji bo nimûne, bi belgeya ji dayîkbûnê xwe, malbat an belgeyên qeydê leşkerî an jî belgeya zewacê. Ev belge bi tenê nikarin nasnameya we îspat, lê carna çend belgeyên bi hev re bi wek delîlê nasnameya te qebûl kirin.

Zêdetir bixwîne, ka ji ber çi divê tu bibêjî tu kî yî

Ajansa Koçberîyê dê navê we wek penber pê bikaranîna name û agahîyên din ê qeyd bûyî di nava wan belgeyên nasnameya we da, qeyd bike. Dibe ku wateya vê, ji bo nimûne, ku kesên adetî, di bin nav û zayendî ku ew di dema zayînê de terxan bûne, qeyd bibin. Mixabin, qanûna swêdî, rê nade me ku we di bin navekî din de qeyd bike, lê eger hûn dixwazî vê peyvê bikar din nav an kesîn pêwîst e hûn ji me re bibêjin, û em ê baldar bin. Ev pir baş e, eger hûn di vê qonaxê de ji me re bêjin, eger we sedemên taybet ji bo ku daxwaz wergêrre, şîreta an lêkolînek zayendî taybetî, an jî, eger hûn naxwazin li odeyekê de bimînin li gel penaxwazên din ê zayendên taybetî

Wêne û şopa tiliyên te ji we bê standin

Gava ku hûn ji bo mafê penaberiyê daxwaz pêşkêş dikin wêne û şopa tiliyên we ji we bê standin. Dê wêneya we ji bo nifûsê li qeyda Ajansa Daîreya Koçê bê xuyakirin û wê li ser karta penaberan (LMA-karta) bê bikaranîn hûn dê wek delîlê, ku tu penaxwaz in bistînin. Zarokên di bin temenê şeş salî ne pêwîst e ku şopa tiliyên xwe bidin.

Şopa tiliya tê bê bikaranîn ji bo ku bê diyar kirin ka we daxwaza mafê penaberiyê li dewletên din yên Şengenê kirîye û ka destûra rûniştinê an qedexeya hatinê li ti welatê Şengenê ser we heye an na. Eger şopa tiliya we diyar bike ku we pêştir hûn di rêya hatina Swêde li welatek din da hatine tomar kirin, an ku te berê daxwaza mafê penaberiyê li welatekî din kirîye, Ajansa Koçberîyê tê diyar bike ka kîjan welat li divê daxwaz penaberiyê lêkolîn bike. Di destnîşankirina vê da, Biryarnameya Dublînê ya YE tê bê bikaranîn.

Şopa tiliya ji bo zarokên ku temenê wan bin 14 sala ne nayê girtin.

Liser Biryarnameya Dublînê agahîyên bêtir bixwînin (bi înglîzî)

Daxwaza hevpeyvînê

Paş ku wêne û şopa tiliyên we hate standin hûn bo lêkolînê bêne hevdîtin kirin. Bi alîkarî ji tercumanekî ku hûnê şirove bikin ka hûn kî ne, hûn çawa ji welatê xwe derketin û çawa hûn gehîştine Swêdê. Herwisa gengaze li ser malbat li ser tenduristiya we pirs bêne kirin.

Herwisa eger kêmendamîya we hebe yenî kêmîneya endaman hebe bo xebatîna fîzîkî, derûnî an zaniyarî, divê hûn ji Ajansa Koçberîyê re bêjin. Eger hûn tûşî kêmendamî yê bibin, ku pêwendî girtina gel Ajansa Koçberîyê li dema radest kirina daxwazê ji bo penaberiyê ji were dijwar kiribe, hûn dikarin li ser vê alîkarî û piştgiriyê bistînin. Heriwsa tê cîhek ligor pêdivîyên we ji were bê dayin.

Hûnê liser pêvajoya penaberîyê û astên pêşîyê û tiştên pêdivî ku divê hûn pêk bînin, bêne agadar kirin. Hûnê agahiyên der barê mijarên pratîkî yên wek mafê we bo mana, piştgiriya aborî, xizmeta tenduristiyê û ji bo perwerdeya zarokên xwe bistînin.

Di serî de, divê hûn hewl bidin ji hêla aborî piştgiriya xwe bikin li dema ku hûn li benda biryarê ne. Eger we tu bi pere qezenç nekir yan çi alîkarê we yê aborî tune bin hûn dikarin piştgiriya aborî ji Ajansa Koçberiyê bistînin.

Piştre di lêkolînên penaberîyê da hûn ji me re bibêjin ka çima hûn reviyan û ka tu çi bê serê we eger hûn bêne vegerandin.

Daxwazên bi êşkere bêbine

Eger bi eşkere diyar be ku we ti hincet ji bo dana penaberiyê li wir nîninj, vekolerê rave bike ku Ajansa Koçberîyê ti sedem ji bo penaberiya we peyda nekirin, û ku biryar di nava çend hefteyan de bê tomar kirin. Eger we sedemên nirxdar ji bo wergirtina çi penaberîya tune bin, tê biryara redkirina têketinê bi bandora lezgîn ji were bê pêşkêş kirin.

Liser sedemên wergirtina biryara redkirina têketinê bi bandora lezgîn, agahîyên bêtir bidest bînin (bi înglîzî)

Piştî ku wedax­waz­na­meya xwe radest kir

Lêkolînerek dê hemû belgeyên we, gotinên we ji Ajansa Koçberîyê û şopa ku tilîka we nîşan da, kom bike Lêkolîner dê biryarê bide, li ser bingehê agahiyên ku we radest kirine, lêpirsîna berfireh di doza we da pêwîst e. Hemû daxwaz cuda ne û ji ber vê yekê pêwîstî bi mîqdarên cuda yên lêpirsînê hene.

Lêpirsîner wê daxwaznameya we ji bo ku lêpirsînên berdewam amade bike. Ev dikare tiştên wekî bidestxistina agahiyên ji ajansên din ê dewletî be. Eger hûn bixwazin ku tiştek li daxwaznameya xwe zêde bikin tê vekoler bi we re têkilî yê bigire. Tiştên wisa têne zêdekirin, ji bo nimûne, pêwîst be, eger we ti belgeyên nasnameyê bi daxwaznameya xwe radest nekiribin.

Li benda lêkolîna pena­berîyê be

Heger biryara miraceata te dê li Swêdê were dayîn wê demê dikarî li vir bimînî hetanî ku Daîrye mihacirîyê ya gîştî mihekeme bike ka mafê te yê destûra rûniştinê heye yan na.

Wexteke dirêj dikare bigire hetanî tu karibî werî lêkolîna penaberîyê. Li wir dikarî bêtir bahs bikî ka tu çima li Swêdê miraceatê mafê penaberîyê dikî, çi hatîye serê te û ka tu bawer dikî çi dikare were serê te heger ku tu mecbûr bibî vegerî welatê xwe. Wextên libendêmayînê dikare li gorî her şexsekî biguhere.

Berya ku biryara di derbarê te de bê girtin dibe ku tu çendîn caran werî vexwendinê civînê. Wan wextên ku Daîreya mihacirîyê ya gîştî (Migrationsverket) ji bo te veqetandîye bikar bîne û were. Wextên nû gelekî kêm in û heger em mecbûr bibin ji bo te wexteke din veqetînin wê demê dibe ku tu demeke dirêjtir li benda biryara xwe bisekinî.

Adresa xwe ji me re bibêje

Heger tu barbikî divê tu Daîreya mihacirîyê ya gîştî ji vê yekê hayedar bikî. Divê dema lêkolîna te destpêbike û civînên din werin amadekirin em karibin xwe bigîhînin te. Posteya ku ji bo te tê şandin hertim bixwîne da ku tu ji agahîyên girîng yên ji Daîreya mihacirîyê ya gîştî bêpar nemînî.

Dirêjki­rina destûrê

Heger destûreke te ya rûniştinê ya demsînorkirî heye û tu dixwazî li Swêdê bimînî wê demê mecbûrî berya ev bidawî bibe ji bo dirêjkirina destûrê miraceatê bikî. Heger bi berdewamî mecbûrê parastinê bî dikarî ji bo dirêjkirina destûra rûniştinê miraceatê bikî. Herweha jî, heger sebebên te yên din yên mayîna li Swêdê hebin dikarî destûra runiştinê wergirî.

Zêdetir bixwîne, çawa dikarî destûra xwe ya rûniştinê dirêj bikî (bi înglîzî)

Last updated: