Penaberî – ji daxwazname ta biryarê
Asyl – från ansökan till beslut – kurmandji
1
Daxwazname
- Divê tu bersiva pirsên di formê de bidî. Weke mînak nav, hemwelatîbûn û malbata xwe binivîsînî.
- Divê tu pasaport yan jî belgeyên din yên nasnameyî yên xwe nîşan bidî, da ku bê zanîn ka tu kî yî?
- Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî (Migrationsverket) wêneya te dikşîne û rêça tilîyên te digire. Girtina rêça tilîyan ji bo wî tiştîye ku zanibin, ka te li welateke din ya ewrûpî serî li mafê penaberîyê daye yan na. Her weha ji bo zanibin ka li welateke din ya ewrûpî destûr yan jî qedexeya mayîna te heye yan na.
- Bi rêya wergêr (tercûman) dikarî zêdetir bahs bikî ka tu kî yî, ji ber çi te welatê xwe terikandîye û tu çawa (bi kîjin rêyan) hatîyî Swêdê.
- Heger pareyên te bixwe tunebin, dikarî serî li alîkarîya aborî bidî. Ji te re qarteke bankeyê tê dayîn û her weha agahîyên li derbarê xerca rojane û alîkarîya taybetî jî, têne dayîn.
- Di derbarê pêvajoya penaberîyê de agahî werdigirî, ka gava li pêş de çi dibe û divê tu çi bikî. Her weha di warê pirsên pratîkî û rojane de jî tu têyî agahdarkirin. Weke mînak di warê mafê te yê bicîhbûna li malekê, xizmeta tendrûstî û nexweşîyê, û dibistan ji bo zarokên te.
2
Amadekarîya lêkolînê
- Piştî ku te daxwaznameya xwe da hundir, dê karmendek (dabaşnêrek) hemû belgeyên te di çav re derbas bike. Her weha tiştên ku te di îfadeyê xwe de bahsa wan kirîye û encama lêgerîna rêçên tilîyên te jî, dê werine dabaşkirin.
- Li ser bingehê wan agahîyên te di dema daxwaznameyê de dane, dê karmend biryarê bide ka divê daxwaznameya te çiqasî were lêkolînkirin. Her daxwaznameyek cuda ye û dirêjîya dema lêkolîna wan jî cuda ye.
- Dabaşnêr daxwaznameya te ji bo lêkolîna berdewamî amade dike. Ev dikare, weke mînak, anîna agahîyan ji meqamên din be.
- Heger dabaşnêr bigihîje wê qeneetê ku pêdivîya te heye, wê demê dê parêzerek hiqûqï ji bo te bê peydakirin.
- Heger pêwîst e ku tu daxwaznameya xwe bi belgeyên nû temam bikî, wê demê dê dabaşnêr bi te re têkilî deyne. Ev dikare pêwîst be, weke mînak, heger te bi daxwaznameya xwe re belgeyên nasnameyî nedabe hundir.
3
Dema li benda lêkolînê yî
- Dorên Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî gelekî dirêj in û dibe ku tu demeke dirêj li bendê bî, ku werî bangkirina lêkolîna mafê penaberîyê. Dema libendêmayînê li gorî şexsan diguhere.
4
Banga lêkolîna mafê penaberîyê
- Dema ku dora te ya çûndina civîna lêkolîna mafê penaberîyê hat, dê ji te re bi rêya posteyê nameyeke bangê were şandin. Di bangê de hatîye nivîsandin ka tu dê kengî û li ku deverî dabeşnêrek bibînî. Heger tu mala xwe bar bikî ciheke din, gelekî girîng e tu Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî ji adresa xwe ya nû hayedar bikî, da ku ew karibin nameya bangê ji te re bişînin.
5
Lêkolîna mafê penaberîyê
- Karmendê ku lêkolînê dike (dabaşnêr) di destpêkê bahs dike ka dê axaftina we li ser çi babetan be û maf û mecbûrîyetên te çi ne. Weke mînak, mecbûrîyetek li ser te ferz e ku tu rastîyê bibêjî û ti tişt veneşêrî. Li ser karmendê lêkolînê û wergêr (tercûman) erka sirveşartinê ferz e.
- Heger pêdivîya te bi parêzerek (avûkat) hebe, ew jî dikare tevlî lêkolînê bibe.
- Bi alîkarîya wergêr (tercûman) dikarî bahs bikî ka tu kî yî, tu ji ku deverî tê yî, ji bo çi tu serî li mafê penaberîyê didî û çi dikare were serê te, heger tu paş ve werî şandinê welatê xwe. Her weha di derbarê malbata te, tendrûstî û pîşe û meslegê te de jî dê pirs werine kirin.
- Berpirsîyarîya te ye, ku tu hemû sedemên xwe yên ji bo daxwazkirina mafê penaberîyê bibêjî û wan delîlên (heger hene) ku tu dixwazî Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî lê binêrin, pêşkêş bikî. Karmendê lêkolînê, protokolek ji tiştên hatine gotin dinivîsîne. Heger parêzerek te hebe, ew dê bi îmza xwe protokol bipejirîne. Ev protokol bi wan belgeyên ku te dane hundir re têne parastin.
- Di dawîya lêkolînê de derfeta te heye, ku tu di derbarê pêvajoya daxwaza penaberîyê de pirsên xwe bikî. Her weha dikarî pirsên li ser danûstendinên bi Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî re jî bikî.
Lêkolîna ji bo zarokan
Mafê hemû zarokan heye ku biaxivin û li wan bê guhdarîkirin. Zarokên ku bi dêûbavên xwe re serî li mafê penaberîyê didin, xwedîyê wî mafî ne ku lêkolînerê Daîre Mihacirîyê ya Gîştî bibînin. Sedemên penaberîyê yên zarokan dikare bi awayeke xisûsî were mihekemekirin – sedemên penaberîyê yên zarokan dikare ji yên dêûbavan cudatir be. Dema sedemên penaberîyê yên zarokan tê lêkolînkirin, divê lêkolînerê Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî heta ji dest tê lêkolînê li gorî emrê zarokê, gîhan û tendrûstîya wê/wî bimeşîne. Mafê zarokê heye ku di dema lêkolînê de kesekî salmezin bi xwe re bibe. Ev dikare yek ji dêûbavan be, welîyeke din yan jî parêzerek be. Mafê hemû zarokên tena serê xwe hatine heye, ku wekîlê xwe (gode man) bi xwe re bibe civîna lêkolînê.
6
Biryar
- Biryar, li ser bingehê îfadeyên te û belgeyên ku îfadeyên te yên li derbarê nasnameya te û sebebên penaberîya te de piştrast dikin, tê dayîn. Her weha zanebûnên Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî yên li derbarê rewşa li welatê de jî, ji biryarê re bingeh e.
- Piştî biryarê dikarî werî Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî û li wir dê dabaşnêrek ji te re bibêje ka daxwaznameya te ya ji bo mafê penaberîyê hatîye qebûlkirin yan na. Her weha gelo statûyek ji bo te hatîye pejirandin û ka dê pişt re çi bibe.
- Biryar bi zimanê swêdî hatîye nivîsandin. Lê di civînekê de li Daîreya Mihacirîyê ya Gîstî de, tu dê di derbarê biryarê de bi rêya wergêrek bi devkî agahî wergirî. Dê ji te re bê gotin ka Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî çi biryarê daye û ji ber çi sedeman me qeneet anîye ku ev biryar, di warê miracaeta te de, biryareke di cîh de ye.