Ji bo kesên ku kesen LGBTQ ne û li penaberî digerin

För dig som är hbtq-person och söker asyl – kurmandji

Ger tu zordestiya ji ber zayenda cinsî, ji cinsiyeta xwe, ramanê zayendî, nasnama cinsî anjî ji civaka tu jê hatî li ser xwe tirseke zêde dibinî tu dikarê bibê penaber û mafê te yê parastinê li Swêd`ê heye. Ev maf di peymana penaberan, zagona swêdî û qanûnên Yekîtiya Ewropa de hene.

Serlê­dana pena­be­riyê û rêbaz

Ev gef anjî tundê dikarê li hemberî jiyan û tendurîstiya te tahdê çêkê. Her weha qanûn û rêbaz anjî nêrîna mirovan jî dikarin werin wateyê ku ji ber zayenda te ya cinsî neheqiyeke cidî lê te werê kirin. Wek mîne ev jî dikarê bibê cezakirin anjî dîskrîmîsyoneke berfereh ku tu nikaribê herê dibistanê, kar hilbijêrê anjî lênerîna ji bo nexweşiyê bistînê.

Mafê siyaset û xwe îfade kirina bêyî tirsa zordestiya ji ber etnîsîte, ol, cîns anjî zayenda cinsî hebê, wek mîne ev jî dikarê mafê rûniştinê li Swêd`ê bidê te.

Ev gef û zordestiya li hember te çi ji terafî rayedarên welatê te bin, çi jî ji terefî malbata te anjî kesên din bin ferqnakê. Wê çaxê Dayireya Koçberiyê li gor gotinên te, eger tu wegerê welatê xwe û rayedar nikaribin anjî nexwazin li hember gef û zordestiya bê wê di peşerojêde çi werê serê te, te biparêzin, dest bi lêkolînê dikê.

Dayireya Koçberiyê di serîlêdana penaberiyê de nav, dîroka jidayîkbûnê û zayenda/cînsiyeta qanûnî ya li gor ku di nasnameya te de nivîsiye wê tomar/qeyd bikê. Zagona swêdî destûra ku tu xwe bi navekî din qeydbikê nadê. Lê ger ku tu bixwazê bi navekî anjî cinavekî din werê naskirin divê tu ji me re bêjê da ku em vê li cem xwe binivîsin.

Lêkolîn

Kengî Dayireya Koçberiyê ji bo biryardayina ka te pêdivî biparastinê heye û loma divê tu rûniştinê li Swêd bigrê lêkolînekê bi te re dikê ji bo ku werê fêmkirin bê jiyana te çawa bûye û çima ji bo vegera welatê xwe tu bi tirsî. Ger sedema te ji zayenda cinsî, ramana zayendî anjî nasnama cinsî bê girînge zûtirîn dem tu ji me re bêjê.

Li ser bê çawa serîlêdana penaberiyê çêdibê zêdetir bixwîne

Dayireya koçberiyê dizanê ku ji bo kesekî berê te nedîtibê bahsa van tiştan bikê dikarê zahmet be. Belkî jî cara yekem bê tu bi kesekî re li ser tiştekî taybet û şexsî ku li gora gelekan nehesanî bê diaxivê. Dîse jî pir girînge ku tu ji me re hemû sedemên xwe yê penaberiyê bênê ziman. Tu çiqasî bi detay rewşa xwe bînê ziman ewqasî ji bo biryardana Dayireya Koçberiyê dibê bingeheke baştir. Lêkolîner wê pirsan li ser zayenda cinsî, ramana zayendî anjî nasnama te ya cinsî jî hest û ramanê te yê di derbara têkiliyên bi malbat, heval û civaka ku tu pêre dijî re pirsan bikê. Em sûndxwarê erka sirveşartinê ne û tucarî li ser rewşa te dervî kesên ku eleqadarin bi tukesî din re li ser tiştên ku tê ji me re bêjê na axivin.

Ger tu ferq bikê ku dabaşnêrê lêkolîna te dikê tiştê tu dibêjê fêm nakê, anjî te agahiyên ku dabaşnêr nepirsîbin hebê divê tu zûtirîn wext ji me re bêjê. Li benda heta bîryara li ser rewşa te bê dayîn nemîne.

Di dema pêvajoya penaberiyê de ji bo tu xwe ewle bibînê, mafê ku tu cinsê wergêr, dabaşnêr û parêzvan hilbijêrê heye û Dayireya Koçberiyê jî ji bo vê daxwaziya te wê hewl bidê ku alîkariyê bi te re bikê. Tu yê ku ji 18 sala mezintir, tenê bi dabaşnêr û parêzvanê xwe re bêyî ku kesên din amade bibin hevdîtin wê werê pêk anîn. Tu dikarê parêzvanekî têgihiştiyê pirsa mirovên LGBT ku tu nasdikê anjî ji bo peydekirinê yekî wiha alîkariyê bixwazê.

Ger tu di bin 18 salî re bê

Divê Dayireya Koçberiyê ji bo mafê penaberiyê li hemû zarokan guhdaryê bikê û bizanibê gelo pêwîstiya zarokan bi parastinê li vir heye. Ji ber vê sedemê girînge tu di derbarê jiyana xwe ya li welat ji Dayireya Koçberiyê re ger tu vegerê wir tiştê tu pê difikirê ku dikarê werê serê te bêjê. Ger tu di bin18 salî re bê û bi serperiştê xwe re hatibê Swêdê divê Dayireya Koçberiyê ji wan bipirsê gelo ewê karibin bêyî wana di odê de bi te re biaxivin. Lê ku tu bê dêûbavê xwe hatibê Swêdê, biryara ku bi te re tenê biaxivin pêbawerê te didê. Ger ku tu bixwazê bê dêûbav û pêbawerê xwe bi dabaşnêrê xwe re biaxivê girînge ku tu vê bêjê.

Werger

Peyv û têgehên bi swêdî û zimanê te dikare bêne wateya tiştên cûr be cûr. Ya herî girîng ewe ku tu hest û serpêhatiyê xwe diyar bikê bê ma bi çi ve girêdayî ne û çima tu ditirsê.

Ger tu werger fêm nekê anjî bawerbê ku ew her tiştê tu dibêjê bêteref nawergerînê, divê tu bêjê. Bifikre ku gelek caran werger dikarê peyvên ku li ser zayenda cinsî, ramana zayendî anjî nasnama cinsî di axaftinê de tên bi kar anîn nizanibê. Ji ber vê yekê jî başê ku tu ji wergêr re ev peyvên ku tu bi kar tînê ji bo te têne çi watê şîrove bikê.

Hêwirîn

Li piraniya hêwirînên/xaniyên Dayireya Koçberiyê, dido anjî zêdetir mirovên heman cinsî odeyekê par dikin. Di vê dema prosesa penaberiyê de ji sedema zahmetiyên rewşa xaniyan dikarê carna pirsgirêk derkevin.

Dema pêwist bê girînge tu di cih de ji me re li cihê tu dimînê ka çi lazime anjî xwe ewle nebînê bêjê. Ger pirsgirêk li hêwirînê/xanî hebin û te pêwistî ji bo alîkariya çareserkirina hebê divê tu ji me re bêjê. Bi dabaşnêrê yekîneya pêşwaziyê anjî karmendê hêwîrîna ku tu lê dimênê re biaxive.

Tendu­ristî

Li hin bajaran pêşwaziyên ji bo, wek mîne tenduristiya cinsî û şêwirmendiyê ji bo komên taybetî hene. Di hinek koman de dibê ku jin, ciwan anjî kesên LGBTQ wek mîne bibin hedef. Ji bo agahdariya bêtir ji dabaşnêrê xwe bipirse.

Rêxistinên dilxwaz

Di dema pêvajoya penaberiyê de ji bo alîkarî û şêwirmendiyê bigrê, mafê te ye ku tu bi rêxistinê dilxwaz re têkiliyê deynê heye. Çiqasî di derheqê mafê xwe û alternatîfên mimkun de xwedî agahî bê ewqasî tê di pêvajoya penaberiyê de di hinek gavên cuda de baştir û çêtir amade bê. RFSL rêxistinek wisa dilxwaze ku ji bo mafên mirovên LGBTyî dixebite û her wiha ji bo LGBT-yiyên ku serî li mafê penaberiyê xistine, piştgiriyê didê û cîhên hevdîtinên taybetî peyda dike.

RFSL Nûhatî (RFSL Newcomers) External link, opens in new window.

RFSL Ungdom, Newcomers youth External link, opens in new window.

Last updated: