Dema tu li benda biryarê yî

Medan du väntar – kurmandji

Li vir agahî û malûmat hene ji bo wan kesan ku li Swêdê serî li mafê penaberîyê danee û heta niha bersiva daxwaznameya xwe negirtîne.

Tu li vir dikarî bixwînî ka piştî te serîlêdana xwe ya ji bo penaberîyê da hundir çi diqewime. Her weha dikarî bixwînî ka weke serîlêderê penaberîyê di warê karkirin, çûndina dibistanê, mal û cihê mayînê, xizmeta tendrûstî û naxweşîyê û alîkarîya aborî de çi cûre mafên te hene.

Li benda lêkolîna pena­berîyê

Wexteke dirêj dikare bigire hetanî tu karibî werî lêkolîna penaberîyê. Li wir dikarî bêtir bahs bikî ka tu çima li Swêdê miraceatê mafê penaberîyê dikî, çi hatîye serê te û ka tu bawer dikî çi dikare were serê te heger ku tu mecbûr bibî vegerî welatê xwe. Wextên libendêmayînê dikare li gorî her şexsekî biguhere.

Berya ku biryara di derbarê te de bê girtin dibe ku tu çendîn caran werî vexwendinê civînê. Wan wextên ku Daîreya mihacirîyê ya gîştî (Migrationsverket) ji bo te veqetandîye bikar bîne û were. Wextên nû gelekî kêm in û heger em mecbûr bibin ji bo te wexteke din veqetînin wê demê dibe ku tu demeke dirêjtir li benda biryara xwe bisekinî.

Adresa xwe ji me re bibêje

Heger tu barbikî divê tu Daîreya mihacirîyê ya gîştî ji vê yekê hayedar bikî. Divê wexta ku lêkolîna te destpêdike û civînên din tên amadekirin em karibin xwe bigîhînin te. Posteya ku ji bo te tê şandin hertim bixwîne da ku tu ji agahîyên girîng yên ji Daîreya mihacirîyê ya gîştî bêpar nemînî.

Rêxistinên ku alîkarî didin kesên daxwaza pena­berîyê dikin

Rêxistina mafên mirovan (Amnesty International) External link, opens in new window.

Caritas Swêd (Caritas Sverige) External link, opens in new window.

Federasyona grûpên penaxwaz û komîteyên penaberîyê (Flyktinggruppernas och asylkommittéernas riksråd) External link, opens in new window.

Buroya şêwirmendîyê ya penaxwaz û penaberan (Asylrättscentrum) External link, opens in new window.

Rêxistina parastina zarokan (Rädda barnen) External link, opens in new window.

Xaça sor (Röda korset) External link, opens in new window.

Navenda tedawî û rehabîlîtasyonê ya Xaça sor a Swêdê ya ji bo kesên ji şer û îşkenceyê zerarê dîtine (Svenska Röda Korsets behandlingscenter för krigsskadade och torterade) External link, opens in new window.

Sociala missionen External link, opens in new window.

Dêra Swêdî (Svenska kyrkan) External link, opens in new window.

RFSL-Newcomers External link, opens in new window.

Agahiyên li ser civaka Swêdî li gelek zimanên cuda dikarin werin dîtin di Information om Sverige External link, opens in new window.

Last updated: