Karta bankeyê ya ji bo penaxwazan

Bankkort till asylsökande – kurmandji

Ew alîkarîya aborî ya ku tu ji Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî werdigirî li karteke bankeyê tê razandin.

Kart ji Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî (Migrationsverket) werdigirî. Bi karta bankê re herweha du kodên cuda jî werdigirî.

Pinkod û şîfre

Dema Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî karta bankeyê dewrê te dike pê re zerfek bi agahîya koda kartê (pinkod) û zerfek jî bi agahîya şifreyê dide te.

  • Pinkod, kodeke kartê ya ji çar hejmaran e. Tu vê, dema mesrefa tiştekî didî yan jî pare dikşînî, bikar tînî.
  • Şîfre, kodekê ji çar hejmaran pêk tê. Dema dixwazî zanibî di hesabê te de çiqas pare heye dikarî vê şîfreyê bi rêya înternet, app yan jî telefonê bikar bînî. Ji bo zanibî di hesabê te de çiqasî pare heye dikarî têkevî (logga in) malpera www.kontantkort.icabanken.se External link, opens in new window., app daxîne (ladda ner appen) yan jî ji hejmara 033-47 47 50 telefonê ICA-banken'ê bikî. Ji bo agahîyên zêdetir nivîsa li ser kaxizê ku kart li ser e bixwîne.
  • Jibîr neke ka tu dê kîjin ji kodên hejmarî ji bo kartê û kîjin ji bo hînbûna pareyê di hesabê mayî de bikarbînî. Heger tu kodê sê caran bi şaşîtî bikarbînî dê karta te were asêkirin. Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî nizane ka kodên te çi ne.

Karta bankeyê ya xwe wiha bikar­tînî

Tu dikarî bi karta xwe mesrefa tiştekî bidî û pare pê bikşînî. Li hemû dukanên li seranserê Swêdê, ku Maestro qebûl dikin, dikarî mesrefa xwe bi vê kartê bikî. Divê tu hemû kirînan (stendinan) û kişandina pareyan bi koda kartê (pinkod) bipejirînî. Karta bankê kari tenê li Swêd bikarbê.

Karta bankeyê li îstasyonên benzînê yên bêmirov jî kar dike. Dema tu depo dadigirî dê 1 500 kron li ser karta te were rezervkirin. Heger di karta te de ewqas pare tunebe wê demê dikarî bi qasî wê mîktara ku di karta te de heye depo dabigirî. Dema te depo dagirt rezervasyona ji 1 500 kronî piştî çend deqîqeyan tê rakirin, û tenê ew mîktara ku te pê depo dagirtîye ji kartê tê kişandin.

Ji bo kişandina pareyê pêşîn dikarî

  • ji hemû bankamatîkên ku sembola Meastro li ser wan heye pare bikşînî
  • pera ji kasê a ICA bikşî
  • dema bi karta bankeyê mesrefê dikî ji dukan û marketan pareyê pêşîn jî bikşînî. Hayedar be, ev di bin wî mercî de derbas dibe heger ku li dukanê têra xwe pareyê pêşîn hebe.

Sînorek heye ku çiqas pere dikare were kişandin:

  • 3 000 kron her carek ji froşgeha-ICA (ger perê neqdî di kasêde hebin)
  • 5 000 kron her carek ji şibaka otomat a banka ICA
  • 2 000 kron her carek ji şibakê din ê otomat
  • Bi tevahî 15 000 kron di hefteyek teqwîm de, bêyî ku tu bihesibîni te pere ji ku kişandibin.

Tarîxa derbas­bûna kartê kontrol bike

Pêwîst e tu tarîxa derbasbûnê ya karta bankeyê ya xwe kontrol bikî, da ku tu bi şaşîtî kartekê ku dema bikaranîna wê bidawî bûye bikar neynî. Tarîxa derbasbûnê li berêpêş yê kartê dikarî bibînî. Li wir meh û sala ku herî dawî dikarî kartê bikarbînî hatîye nivîsandin. Mehekê berya tarîxa derbasbûnê bidawî bibe dikarî werî cem me û karta xwe biguherînî.

Hesabê mayî kontrol bike

Hesabê mayî ya xwe dikarî li dukaneke ICAyê, li ser webê, li appê yan jî bi rêya bersivdana devkî (xizmeta xwe bixwe ya bi rêya telefonê) kontrol bikî. Li dukanê, karta bankê û pinkod ya xwe bikar tînî. Li ser webê, li appê yan jî bi rêya bersivdana devkî tu mecbûr î şîfre û hejmara dosyayê (dossiernummer) ya xwe bikarbînî. Hejmara dosyayê ew hejmar e ku li bin fotografa te ya li ser LMA-kort’a te hatîye nivîsandin.

Heger karta xwe wenda bikî

Heger karta bankeyê ya te wenda bibe yan jî bê dizîn pêwîst e tu yekser dema pê hesîya yî kart betal bikî. Wisa bike:

  • Ji hejmara 033-47 47 50 telefonê ICA-banken bike. Dema telefonê dikî divê tu hejmara xwe ya dosyayê (dossiernummer) bidî, yanî ew hejmara ku li bin fotografa te ya LMA-kort’ê heye.

Girîng e tu pê zanibî

  • Kart belgeyeke biqîmet ya şexsî ye û divê bi awayeke ewle were parastin. Weke şexs li ser te ferz e ku kart nekeve destê kesên nebaş.
  • Ti caran pinkod ya xwe bi tevî karta bankê re hilneyne. Kodê jiber bike û pişt re agahîya li derbarê kodê de biçirîne.
  • Ji bo qeydkirina her kirîn û kişandinê tu mecbûr î kartê li cem xwe bigerînî. Ev tê wê maneyê ku tu nikarî bi rêya înternetê, sparîşa posteyê (postorder) yan jî cîh û deverên din ku nikarî karta xwe di cîhazeke xwendina elektronîk re derbas bikî karta xwe bikarbînî.
  • Heger li ser hev sê caran pinkoda şaş lê bidî karta te bi awayeke otomatîk tê betalkirin. Hîn bankamatîk kart asê dikin û venagerînin te.
  • Dema ji sîstema pêşwazîkirinê ya Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî derdikevî divê tu hemû pareyên di kartê de bikşînî û kart vegerînî Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî.

Agahî li derbarê karta bankeyê de

Tu bixwe nikarî pare têxî ser karta xwe û herweha faîz jî nadine te.

Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî mafdar e ku karta te kontrol bike, weke mînak da ku zanibe karta te rêkûpêk kar dike yan na.

Heger dixwazî zêdetir tişt zanibî

Heger pirsên te hebin dikarî ji beşa pêşwazîkirinê ya xwe yan jî ji servîsa xizmetê ya Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî re telefon bikî: 0771-235 235.

Last updated: