Zagonên penaberiyê

Asylregler – kurmandji

Eger we daxwaza parastina li Swêdê heye, divê hûn daxwaza xwe ji bo penaberiyê gava hûn dikevine Swêdê radestî polîsên ser sînor bikin, an jî radestî yek ji yekîneyên serlêdana Dezgeha Koçberiyê bikin.

Dezgeha Koçberiya Swêdê nikare daxwazên penaberiyê ku li sefareta Swêdê re tên şandin, erê bike. Eger hûn nikarin bêne Swêdê bo daxwazkirina parastinê, hûn dikarin biçine UNHCR (Rêkxistina Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî).

Biryarnameya Dublînê biryar dide ka kîjan Dewleta Endama YE dibe lêkolîna daxwazê bike.

Liser Biryarnameya Dublînê agahîyên bêtir bixwînin

Penaxwaz

Penaxwaz keseke ku riya Swêdê digire ber xwe û daxwaza parastinê (penaxwaziyê) livir dike, lê hela daxwaza wî/wê nehatiye berçav girtin.

Sedemên radest­ki­rina destûra rûniş­tinê ji bo penax­wazan

Swêdê Konvansiyona NY a taybet bi Rewşa Penaberan îmze kiriye. Ev tê wê wateyê, di nava tiştên din da, Swêd her daxwaza penaberiyê bi şexsî lêkolîn dike.

Di lêkolînên şexsî de nasnameya zayendî ya daxwazkar û meyla cinsî (ka, daxwazker homoseksuel e, bîseksuel, an transgender e) tê hesibandin.

Swêd dê destûra rûniştinê ya ji bo kesê ku li gorî Konvansiyona NY penaber e pêşkêş bike, û herwisa ji bo kesê ku pêdiviya wan bi “parastina kêlî” li gor zagona hevbeşa YE heye, radest bike.

Penaber

Li gorî Konvansiyon Neteweyên Yekbûyî taybet bi Rewşa penaberan, qanûna swêdî û zagonên YE, kesek demekê weke penaber dê naskirin ku sedemên kêrhatî ji bo tirsa ji şopandinê hebe ji ber:

  • nîjad;
  • netewe;
  • baweriyên olî û siyasî;
  • zayend;
  • meyla cinsî; an
  • endambûna di komeke taybet a civakî de.

Gengaz e tahedî ji alîyê rayedarên welatê netewî yê kesekî derkeve. Ev jî dibe ku rayedar nikarin yan naxwazin dijî zilma şexsî an jî koman, kesekî biparêzin.

Kesê ku weke penaber bê nirxandin daxuyanîya statûya penaberîyê werdigire. Ev statûyek e ku ji hêla navnetewî ve tê qebûlkirin û li ser bingehê konvansîyona penaberan ya Neteweyên Yekbûyî û qaîdeyên Yekîtîya Ewrûpayê pêk hatîye.

Kesê ku daxûyanîya statûya penaberîyê wergire di halê normal de destûreke rûniştinê ya ji sê (3) salan werdigire.

Kesê ku pêdivî bi parastina kêlî heye

Kesek pêdivî bi parastina kêlî tê zanîn, ku:

  • ber metirsîya cezayê mirinê be;
  • ber metirsîya cezayê laşî, îşkence an jî kiryarên din ê nemirovane an bêrûmtker da ye; an
  • wekî kesek sivîl, ji ber şerê çekdarî metirsîya giran ya ziyanê li ser heye.

Kesê ku weke hewcedarê parastinê yê alternatîf were nirxandin li ser bingehê qaîdeyên Yekîtîya Ewrûpayê daxûyanîya statûya parastinê werdigire.

Kesên xwedî mafê rûniştinê ê parastinêyê bi giştî destûra rûniştinê ya 13 mehan distînin.

Istis­naya ji mafê parastinê

Heger di dema lêkolîna miraceata te de aşkere bibe ku tu bi sûcê şerî rabûyî, sûcê li hemberî însanîyetê yan bi sûceke din ya giran rabûyî yan jî tu ji bo ewlekarîya netewî ya Swêdê talûke yî, wê demê tu nikarî li Swêdê mafê penaberîyê wergirî. Lê dîsa jî dikarî li Swêdê destûreke rûniştinê ya demsînorkirî wergirî, heger ku ji ber metirsîya kuştin yan jî taqîbatê nikarî vegerî welatê xwe.

Destûra rûniş­tinê di rewşên din de

Di rewşên awarte de kesek kare destûra rûniştinê werbigire her çend hewcedariya wî bi parastina ji çewsandinê nebe anjî şertên destûra rûniştinê li ser bingehek din bicîh bîne. Wê demê rewşên bi taybetî bi êş têne xwestin. Dema ku Daîreya Koçê biryarekê dide nirxandinek giştî li serrewşa tenduristiya mirov, lênerîn li Swêdê û rewşa welatî wî tê kirin.

Welatê xwedî ewle

Licem Daîreya Koçê ya Swêdê rêzek heye ji wan welatên xwedî ewleni. Ji bo ku welatek wekî welatekî ewledar were nirxandin, divê gelek pîvan bêne peydakirin.

Ligor Daîreya Koçê evin welatin xwedî ewlehî (bi înglîzî)

Penax­wazîya zarokan

Li gorî qanûna Swêdî, ji Ajansa Koçberîyê bi taybetî divê herî baş berjewendiyên zarokan ber çavan bigire. Hemû zarokên ku dikarin û dixwazin nêrînên xwe bêjin ev mafe hene ku bêjin û bêne guhdarîkirin. Sedemên zarokan ji bo daxwaza mafê penaberiyê divê cuda bên vekolînkirin, wek ku gengaz e sedemên wan ji bo daxawza penaberîyê ji dê û bavên wan cuda bin. Dema ku sedemên ji bo daxawza mafê penaberiyê hatin vekolînkirin, efserê keysê divê ku hindî ji dest hat lêpirsîna xwe gel temenê, tenduristî, û gihîştina zarok kêrhatî bike. Zarok xwedî mafê ku ji aliyê mezinan di dema vekolînê da bê piştgirîkirin. Ev dikare dê û bav an welîyên din, parêzvan, û / an jî wekîlê giştî be.

Li ser qaîdeyên tabet bi daxwaza penaberîya zarokan agahîyên bêtir bixwînin

Bêtir bixwîne

  1. Konvansiyona Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (bi înglîzî) External link, opens in new window.
  2. UNHCR (Rêxistina Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî) (bi înglîzî) External link, opens in new window.
  3. Rênasîya Kalîteya Penaxwazên YE (bi înglîzî) External link, opens in new window.
  4. Qanûna Biyaniyan (bi swêdî) External link, opens in new window.
  5. Qaideyên Biyaniyan (bi swêdî) External link, opens in new window.
  6. Biryarnameya Dublînê (bi înglîzî) External link, opens in new window.

Last updated: