Heger destûra rûniştinê wergirî

Om du får stanna – kurmandji

Tu yê ku miraceatê mafê penaberîyê kirîyê û destûra rûniştinê wergirtîye xwedîyê wî mafî yî ku li Swêdê bimînî û li vir kar bikî.

Li van rûpelan ji bo te yê ku miraceatê penaberîyê kirîye û mafê rûniştinê wergirtîye agahî hene. (Hîn ji rûpelan bi hemû ziman tune ne.)

Heger te destûra rûniştinê weke penaber wergirtîye wê demê destûra te ji bo sê (3) salan derbas dibe.

Zêdetir bixwîne: destûra rûniştinê weke penaber

Heger te destûra rûniştinê weke muhtacê parastinê yê alternatîf wergirtîye wê demê destûra te ji bo sêzdeh (13) mehan derbas dibe.

Zêdetir bixwîne: destûra rûniştinê weke muhtacê parastinê yê alternatîf

Ger destûra te ya rûniştinê a penaberiyê hebe yan hewcedariya te bi parastinê hebi, yan astengê liber bicîhatinê hene yan rewşên bi taybetî bi êş, dibe ku mafê te hebe bo civandinamalbatê.

Zêdetir bixwîne: îmnkana gihîştina hevûdû ya te û malbata te

Heger îmkana te tuneye ku tu pasaportekê ya welatê xwe peyda bikî wê demê dikarî li cem Daîreya mihacirîyê ya gîştî (Migrationsverket) miraceatê pasaportê bikî.

Zêdetir bixwîne: pasaporta bîyanîyan (bi înglîzî)

Zêdetir bixwîne: pasaporta bîyanîyan ya berwext (bi înglîzî)

Zêdetir bixwîne: belgeya seyehetê (bi înglîzî)

Heger piştî dawîbûna destûra rûniştinê ya demsînorkirî ya xwe dixwazî li Swêdê bimînî wê demê divê tu miraceatê dirêjkirinê bikî. Tu kari daxwaznama destûra rûniştina daîmî bidi bi girêdan di dema tu daxwaznama dirêjkirna destûra rûniştin diki.

Zêdetir bixwîne: kî/kê dikare destûra rûniştinê dirêj bike (bi înglîzî)

Last updated: