Pasporta biyaniyan

Främlingspass – kurmandji

Daîreya Koçê dikare pasporteka biyaniyan bide te heger pasporta te tune be û tu nikaribî yekê werbigirî.

Ev bo nimûne ji bo te ye ku ji ber sedemên parastina te li hember meqamên resmî yên welatê te te destûreka rûniştinê li Swêdê wergirtibe û ji lewre nikarî ji bo standina pasportekê miraceta wê derê bikî. Heger te destûra rûniştinê ji ber sedemên parastinê yên ku bi meqamên resmî yên welatê te ne eleqedar in wergirtibe, wek pirsgirêkên namûsê, felaketên siruştê yan rewşa giştî ya welatî, tu dê ji bo standina pasportê peywendiyê bi meqamên resmî yên welatê xwe bikî.

Daîreya Koçê nirxandina xwe li ser sedemên ku di biryara penaberiya te de hene ava dike û lêkolîna ferdî ji bo her daweyê dike. Zorî, zehmetî yan giranî di wergirtina pasporta welatê xwe de ne sedemên kafî ne ku mirov pasporta biyaniyan bistîne.

Daîreya Koçê pasporta biyaniyan nade te heger belgeyeka din ya te hebe ku cihê pasportê digire û ji bo seferkirinê bikêr e. Herweha, Daîreya Koçê pasporta biyaniyan ji bo kesê ku li welatê xwe ye dernaxe.

Daîreya Koçê di çileya (decembera) 2014-ê de qaîdeyên girêdayî pasporta biyaniyan ji bo kesên ku ji ber penapêwîstiyê destûra rûniştinê wergirtiye guhartin. Pêştir, pasporta biyaniyan ji gelek kesan weha re hatiye dan; lê niha lêkolîn li ser her daxwazê bi awayekê ferdî tê kirin. Heger te destûra rûniştinê ji ber sedemên parastinê yên ku bi meqamên resmî yên welatê te re ne eleqedar in wergirtibe, tu dê ji bo daxwazkirina pasportê berî her tiştî miracetî meqamên resmî yên welatê xwe bikî.

Daxwaza pasporta biyaniyan bike

Tu bi rêya dagirtina forma Ansökan om främlingspass (Daxwaznameya pasporta biyaniyan), nr. 190011 û teslîmkirina wê bi destê xwe li bal beşekî ji beşên destûrdanê yên Daîreya Koçê pasporta biyaniyan dixwazî. Divê tu wextî veqetînî berî ku tu ji bo teslîmkirina daxwaznameya xwe serdana Daîreya Koçê bikî. Divê tu ji bo her kesî yê ku pasporta biyaniyan dixwaze wextekî veqetînî û divê her kes daxwaznameya xwe ya taybetî teslîm bike.

Ansökan om främlingspass (Daxwaznameya pasporta biyaniyan), forma nr 190011 (bi swêdî)PDF

Application for alien's passport (Daxwaznameya pasporta biyaniyan), form number 191011 (bi îngilîzî)PDF

Bêtir li ser ka pasporta biyaniyan çawa tê daxwaz kirin bixwîne

Li vê derê wextî ji bo teslîmkirina daxwaznameyê veqetîne www.migrationsverket.se/book-appointment

Zarokên ji 18 salan biçûktir

Çênabe zarokên ku ji 18 salan biçûktir in xwe bi xwe daxwaza pasporta biyaniyan bikin. Serperiştê zarokî yan weliyê wî şexsiyen pasporta biyaniyan ji bo zarokî dixwaze.

Heger du serperişt hebin, divê her du bi rêya teslîmkirina forma Medgivande att Migrationsverket får utfärda främlingspass för barn under 18 år (Razîbûn ku Daîreya Koçê pasporta biyaniyan ji bo zarokê ji 18 salan biçûktir derxîne), nr 246011 li gel forma daxwazê ya zarokî daxwaznameyê bipejirînin.

Medgivande att Migrationsverket får utfärda främlingspass för barn under 18 år (Razîbûn ku Daîreya Koçê pasporta biyaniyan ji bo zarokê ji 18 salan biçûktir derxîne), forma nr 246011 (bi swêdî)PDF

Consent for the Swedish Migration Agency to issue an alien's passport for a child under the age of 18 (Razîbûn ku Daîreya Koçê pasporta biyaniyan ji bo zarokê ji 18 salan biçûktir derxîne), form number 247011 (bi îngilîzî)PDF

Heq

Divê piranî ji bo daxwazkirina pasporta biyaniyan heqî bidin. Tu dikarî di dema teslîmkirina daxwaznameya xwe de bi kartê heqî bidî yan kaxeza peredanê werbigirî û heqî derengtir bidî. Heta ku tu heqî nedî, Daîreya Koçê li daxwaznameya te nanêre.

Heqên pasporta biyaniyan (bi îngilîzî)

Mideta lênêrînê

Tu dikarî di malpera Daîreya Koçê de bixwînî ka dema lênêrînê niha çi qas dirêj e. Dema biryardanê dikar dirêjtir be heger lênêr mecbûr be ku agahdariyên zêdetir ji te bixwaze.

Gava Daîreya Koçê li daxwaznameya te nêrî, em dê biryarê bi postê ji te re bişînin malê.

Bêtir li ser demên lênêrînê yên ji bo pasporta biyaniyan yên niha bixwîne (bi îngilîzî)

Pasaporta bîyanîyan bîne

Pasaporta bîyanîyan ya xwe tu dê li heman beşa destûrê yan jî navenda xizmetê bînî ku te miraceata xwe lê danîbû, heger ku ji te re agahî nehatîye dayîn ku divê tu pasaportê ji cihekê din bînî. Heger dixwazî pasaporta xwe li herêmeke din bînî divê dema tu miraceata xwe datînî vî tiştî ji personelê li wir re bibêjî.

Dema pasaporta bîyanîyan ya xwe tînî divê tu bi xwe re qerta xwe ya nasmaneyî ya derbas dibe bibî.

Ji bo anîna pasaporta bîyanîyan wext veqetîne. (Xizmeta veqetandina wextê tenê bi zimanê swêdî û înglîzî ye).

Seferkirin bi pasporta biyaniyan

Pasporta biyaniyan şertên YE (Yekîtiya Ewropayê) yên ji bo pasportan bi cih tîne û bikêrî seferkirina ji bo hemû welatan tê. Mimkin e tu ji bo hin welatan pêdviyî vîzeyê bibî. Ji bo standina agahdariyên bêtir, peywendiyê bi balyozxaneya welatê eleqedar bike berî tu seferê bikî.

Heger te destûra rûniştinê ji ber sedemên parastinê wergirtibe, biryara ku tu nikarî sefera welatê xwe yan welatê ku tu jê reviyî bikî dê di pasporta te ya biyaniyan de bê nivîsîn.

Heger te nikarîbe nasnameya xwe îsbat bikî, gotina ku nasnameya neîsbatkirî ye dê di pasporta te ya biyaniyan de bê nivîsîn. Hingê dê sefera ji bo hin welatan zehmetir be.

Mideta pasportê ew qas dirêj e

Mideta pasporta biyaniyan pênc salan dirêj e û nikare bê dirêjtir kirin.  Heger pêwîstiya te bi pasporta biyaniyan hebe gava dema wê xelas bûbe, tu dikarî yeka nû bixwazî.

Gava tu pasporteka biyaniyan ya nû dixwazî, divê wêneyê te dîsa bê girtin û tu şoptiliyên xwe cardî bidî çunkî wêneyê te û şoptiliyên te li bal Daîreya Koçê nehatine parastin lê tenê di çîpseka pasporta biyaniyan de hatine parastin.

Heger daxwaza bê red kirin

Tu dikarî biryara Daîreya Koçê îtiraz bikî tenê dema daxwaza te ji bo pasporta biyaniyan û daxwaza te ji bo destûra rûniştinê bi hev re hatibin red kirin.

Heger tu bixwazî îtirazê bikî, divê tu nameyekê binivîsî û tê de binivîsî ka tu dixwazî Daîreya Koçê kîjan biryarê biguhore û çima tu bawer dikî ku biryar şaş e. Divê tu di nameyê de agahdariyên xwe yên şexsî û hejmara pirsa (ärendenummera) xwe binivîsî û divê tu xwe bi xwe nameyê îmze bikî.

Piştrast bike ku Daîreya Koçê îtiraza te herî dereng sê hefteyan piştî ku haya te ji biryarê çêbûye wergirtibe.

Heger tu bixwazî kesekê din ji dêvla te îtirazê bike, divê tu wekaleteka nivîskî bidî wî kesî.

Last updated: 11 May 2017

Was the information on this page helpful to you?

Thank you for helping us improve our website!

Thank you for helping us improve our website!

Tell us how we can make this page better*






If you wish to ask the Migration Agency a question you can find our contact details under the heading Contact us.