Ji bo te yê ku li Swêdê serî li mafê penaberîyê dide

Till dig som söker asyl i Sverige – kurmandji

Miraceata te ya ji bo mafê penaberîyê ji alîyê Daîreya mihacirîyê ya gîştî ve tê mihekemekirin. Qaîdeyên li derbarê kî dikare mafê penaberîyê wergire di Peymana penaberan ya Neteweyên Yekbûyî, qaîdeyên hevbeş yên Yekîtîya Ewrûpayê û qanûnên Swêdê de hatine nivîsandin.

Di vê rûpêla agahdarkirinê de ji te re bi kinasî zanîyarî têne dayîn ka miraceata te ya penabereyî (îltîcayê) ji alîyê Daîreya mihacirîyê ya gîştî (Migrationsverket) ve çawa tê dabaşkirin û maf û erkên te yên weke miraceatkarê mafê penaberîyê li Swêdê çi ne. Di demên pêş de tu dê zêdetir agahî wergirî, û her weha dê ji te re îmkan bê dayîn ku tu pirsên xwe ji me bikî.

Qaîdeyên pena­berîyê (îltîcayê)

Li Swêdê, her miraceatekê ji bo mafê penaberîyê, bi awayeke şexsî, ji alîyê Daîreya mihacirîya gîştî ve tê mihekemekirin. Swêd divê ji te re, ku penaber e yan jî ji ber sedemên din pêdivîya te bi parastinê heye, destûra rûniştinê bide.

Penaber

Li gorî Peymana penaberan ya Neteweyên Yekbûyî û qanûna Swêdê tu penaberî, heger ku tu li ser bingeheke xurt tirsekê ji bo tahde û taqîbatê li ser van bingehan hîs dikî:

  • nijad
  • netewe û hevwelatî
  • bawerîya dînî (olî) yan jî sîyasî
  • cinsîyet
  • meyila seksûelî
  • ji ber ku tu endamê grûpeke civakî yî.

Tahde û taqîbat dikare ji alîyê meqamên welatê te bixwe ve were. Lê ev herweha dikare ji ber wê yekê be jî ku meqamên welatê te nikarin yan jî naxwazin, li hemberî tahde û taqîbata ji kesên takekes yan jî grûpên cuda, te biparêzin.
Kesê ku statûya penaberîyê werdigire di rewşa normal de ji bo sê salan destûra rûniştinê werdigire.

Muhtacê parastinê yê alter­natîf

Li gorî qanûnên Swêdê tu muhtacê parastinê yê altarnatîf î heger ku

  • metirsî heye ku tu bi mirinê werî cezakirin
  • metirsî heye ku tu bibî mexdûrê cezakirina laşî, şikence, tahde yan cezakirineke neînsanî yan jî piçûkxistinî
  • metirsî heye ku weke kesekî sivîl bi awayeke cidî ji ber pevçûnên çekdarî birîndar bibî.

Kesê ku bûye xwedîyê statûya muhtacê parastinê yê alternatîf di rewşa normal de destûreke rûniştinê ya ji 13 mehan werdigire.

Miraceatkirina ji bo mafê penaberîyê

Ji bo miraceatkirina mafê penaberîyê li Swêdê pêwîst e tu weke şexs werî Daîreya mihacirîyê ya gîştî. Beşa miraceatê (Ansökningsenheten) miraceata mafê penaberîyê ya te werdigire û qeyd dike.

Wêneya (foto) te dê bê kişandin û tu dê rêça tilîyên xwe deynî. Rêça tilîyên te ji bo çend tiştan tê bikaranîn, weke mînak, ka binêrin te li welatekî din yê Ewrûpayê miraceatê mafê penaberîyê kirîye yan na.

Tu dê bi dabaşnêrek (karmendek) re hevdîtinek pêk bînî û ew dê bi rêya wergerek (tercûmanek) pirsan ji te bike ka tu kî yî, ji ber çi sedeman tu ji welatê xwe derketîyî û te sefere xwe ya ji bo Swêdê çawa kirîye. Herweha li derbarê rewşa te ya malbatî û li ser rewşa te ya tendrûstî û siheta te de jî dê pirs bêne kirin. Em vî tiştî, bi armanca ku miraceata te ji bo lêkolînê amade bikin, dikin. Di dema lêkolîna mafê penaberîyê de tu dê bersiva zêdetir pirsên li derbarê sebebên xwe yên penaberîyê de bidî.

Heger pêdivîyên te yên xisûsî hebin, weke mînak kêmanîyên fonksîyonî, yanê heger ku ji hêla kêrhatina fizîkî, psîkolojîkî yan jî zîhnî de karîneke te ya daketî hebe, divê tu vê yekê ji Daîreya mihacirîyê ya gîştî re bibêjî. Heger kêmanîya fonksîyonî ya te, wexta ku ji bo mafê penaberîyê miraceatê dikî, danûstendina te ya bi Daîreya mihacirîyê ya gîştî re zehmettir dike wê demê mafê te heye ku tu alîkarî wergirî.

Li beşa miraceatê dê ji te re agahî bê dayîn ka pêvajoya penaberîyê çawa dimeşe û ji te re îmkan tê dayîn ku tu pirsên xwe bikî. Dema miraceata te ya ji bo mafê penaberîyê hat qeydkirin dê ji te re meqbûzeke berwext ya miraceatê bê dayîn. Vê meqbûzê li cem xwe hilîne hetanî ku ji te re qerta-LMA (LMA-kort) bê dayîn, Ev qert nîşan dide ku te ji bo penaberîyê miraceatê kirîye.

Bibêje tu kî yî

Ji bo ku Daîreya mihacirîyê ya gîştî karibe binirxîne ka mafê te yê penaberîyê heye yan na pêwîst e tu nîşan bidî ka tu kî yî û ji ku deverî tê yî. Awayê herî baş ew e ku dema tu miraceatê mafê penaberîyê dikî pasaportek yan jî qerteke nasnameyê bidî hundir. Qerta nasnameyê divê ji alîyê meqamên li welatê te ve hatibe derxistin û li ser wê wêneyek (fotografek) te hebe. Ev divê navê te, hevwelatîtîya te û tarîxa jidayîkbûna te nîşan bide.

Berpirsîyarîya peydakirina belgeyên ku nasnameya te îspat dike li ser te ferz e. Wexta ku li Daîreya mihacirîyê ya gîştî miraceatê mafê penaberîyê dikî, heger ku ti belgeyên nasnameyî bi te re tunebin, dê dabaşnêr ji te daxwaz bike ku ji bo temamkirina miraceata xwe gavekî lez belgeyên nasnameyî bidî hundir.

Heger peydakirina belgeyên nasnameyî ji bo te zehmet be divê tu karibî ji Daîreya mihacirîyê ya gîştî re îspat bikî ku tu di vî warî de mecal didî xwe. Heger belgeyên din hebin ku têde nasnameya te hatîye dîyar kirin; weke qerta ajotinê, belgeya jidayîkbûnê, belgeya hevwelatîbûnê yan jî deftera eskerîyê, divê tu vana bidî hundir. Belgeyên wisa, her yek bi serê xwe tenê, nikare îspat bike tu kî yî. Lê çend belge bihevre dikare. Bi tevî bahskirina te ya li ser paşeroja xwe û welatê jê hatîyî, vana dikarin ji piştrastkirina nasnameya te re bibin alîkar.

Heger tu mecalê bidî û ji îspatkirina nasnameya xwe re bibî alîkar, wê dêmê gelekî caran mafê te heye ku hetanî li benda biryarekê yî kar û xebatê bikî.

Tu nikarî hilbijêrî ka divê kîjin welat miraceata mafê penaberîyê ya te mihekeme bike (Biryarnameya Dublînê)

Wexta ku te miraceata mafê penaberîyê ya xwe danî hundir dê Daîreya mihacirîyê ya gîştî destpêbike û lêkolînê bike ka gelo divê miraceata te li Swêdê yan jî li welatekî din yê Yekîtîya Ewrûpayê were mihekemekirin. Heger li ser rêya hatina Swêdê te ji welatekî din yê Yekîtîya Ewrûpayê vîze wergirtibe, cureyên cuda yên destûra rûniştinê wergirtibe yan jî miraceatê mafê penaberîyê kiribe wê demê dibe ku tu mecbûr bibî vegerî wî welatî. Ev qaîde di Biryarnameya Dublînê de hene. Li ser vê yekê tu dikarî zêdetir tişt di rûpela agahîyê ya bi navê ”Jag har sökt asyl inom EU – vilket land kommer att hantera min ansökan?” (Min di nav Yekîtîya Ewrûpayê de miraceataê mafê penaberîyê kirîye – kîjin welat dê miraceata min dabaş bike?) de bixwînî. (Broşûr bi her zimanî tuneye.)

Dema tu li benda biryarê yî

Heger dê miraceata mafê penaberîyê ya te li Swêdê were mihekemekirin, dema li benda biryarê yî, dikarî li vir bimînî. Di nav wê demê de bi yek ji beşên pêşwazîkirinê ya Daîreya mihacirîyê ya gîştî re dê têkilîya te hebe. Personel û xebatkarên li beşa pêşwazîkirinê ew kes nîn in ku biryarê didin ka tu dê mafê penaberîyê wergirî yan na. Beşa pêşwazîkirinê di warê pirsên pratîkî û rojane de ji te re dibe alîkar, weke aborî û cihê lêmayînê (mal, xanî). Dema di derheqê te de biryarek (qerarek) bê dayîn dê beşa pêşwazîkirinê têkilîyê bi te re deyne. Ew dê agahî û malûmat bidin te ka gelo biryar ji bo te çi îfade dike û divê tu çi bikî.

Agahîyek girîng

Beşa pêşwazîkirinê (mottagningsenheten), ji bo civînekê agahdarîyê, dê bi tevî grûpekê bang li te bike. Di civînê de, dê malûmat û agahîyên li ser tiştên pêwîst bêne dayîn. Zanebûna malûmatan ji bo kesekî miraceatkar yê li benda biryarê ye, baş e. Ev dikare li ser mal û cihê lêmayînê be, li ser aborî û lênêrîna tendrûstî û nexweşîyê be. Herweha li ser qanûnan, meqamên resmî yên din û rêxistinên ku ji bo alîkarîya penaberan kar dikin jî dê agahî bê dayîn. Vana, ji bo wê dema ku tu li benda biryarekê yî agahîyên gelek girîng in û dê ji bo te jî kêrhatî bin.

Dê ji te re gelekî agahî bêne dayîn, hem li beşa miraceatê û hem jî li beşa pêşwazîkirinê. Hinek caran dibe ku tu hîs bikî ku gelekî agahî bi carekê re têne dayîn. Wan kaxizên ku didin te li cem xwe hilîne. Dema pêwîst bû tu dê karibî careke din agahîyan bixwînî û wan carên ku diçî hevdîtina dabaşnêr tu dê karibî li ser bingehê vana pirsên xwe bikî.

Heger tu li wargeheke (xanîyekî, malekî) Daîreya mihacirîyê ya gîştî dimînî, wê demê dikarî personelên ji Daîreya mihacirîyê ya gîştî, ku li wir kar dikin yan jî hatine serdana wê derê, bibînî. Ew personel û xebatkar nikarin di derbarê miraceata mafê penaberîyê ya te de bersiva pirsan bidin. Lê ew dikarin ji bo peydakirina agahîyên ku tu lê digerî jî alîkarîya te bikin.

Li benda lêkolîna pena­berîyê

Dibe ku tu demeke dirêj li bendê bî, hetanî ku werî bangkirina lêkolîna mafê penaberîyê. Dema libendêmayînê li gorî şexsan diguhere.

Di lêkolîna penaberîyê de dikarî bahs bikî ka çima li Swêdê miraceatê mafê penaberîyê dikî, çi hatîye serê te û çi dikare were serê te, heger tu mecbûr bibî vegerî welatê xwe.

Hetanî biryar bê girtin tu dê çend caran werî vexwendinê civînan. Di wan deman de ku Daîreya mihacirîyê ya ji bo te wext veqetandine de hazir be. Wextên veqetandî gelekî kêm in û heger ku em mecbûr bibin ji bo te wexteke nû veqetînin dibe ku tu demeke gelekî dirêjtir li benda biryarê bimînî.

Adresa xwe rabig­hîne

Heger di dema libendêmayînê de tu bar bikî divê tu adresa xwe ya nû ji Daîreya mihacirîyê ya gîştî re rabighînî, da ku ew karibin wexta lêkolîna te yan jî ji bo civînên din têkilîyê bi te re deynin. Nameyên ku bi rêya posteyê ji te re tên hertim bixwîne, da ku tu ji agahîyên girîng yên ji Daîreya mihacirîyê ya gîştî bêpar nemînî.

Qerta-LMA

Dema li Swêdê miraceatê mafê penaberîyê dikî meqbûzekê ji bo miraceata te tê dayîn. Li ser wê meqbûzê hejmarek heye ku divê tu dema bi Daîreya mihacirîyê ya gîştî re têkilî datînî rabighînî. Wê demê ji bo dabaşnêr hêsantir dibe ku agahîyên li derbarê te de bibînin. Nêzî hefteyekê piştî miraceatê dikarî li beşa peşwazîkirinê ya xwe qertekê wergirî. Ji vê qertê re dibêjin qerta-LMA (LMA-kort) û ev şûna meqbûzê digire.

Divê tu qerta-LMA hertim li ser xwe bigerînî, da ku tu karibî nîşanbidî tu penaxwaz î û mafê te heye ku hetanî li benda biryarekê yî li Swedê bimînî. Pêwîste her cara ku tu diçî serdana lênêrîna nexweşîyê qerta xwe bixwe re bibî. Bi vî re tu dê karibî wê lênerîna ku mafê te heye bi mesrefeke nizimtir wergirî.

Cihê lêmayînê (mal, xanî)

Tu dikarî yan li ciheke lêmayînê bixwe peyda bikî yan jî li malekê ku Daîreya mihacirîyê ya gîştî ji bo te amade kirîye bimînî. Heger pareyên te hebin divê tu mesrefa mala ku Daîreya mihacirîyê ya gîştî ji bo te amade kirîye bixwe bidî. Heger te malekî bixwe peyda kirîbe divê mesrafa kirêya wê jî tu bixwe bidî.

Heger tu li xaniyê Daîreya Koçê dijî tu nikar cîhekî hilbijêri û dibe ku tu di heyama li bendeman de bar biki. Ji bîr neke eger tu bi xwe xanî bibîni divê Daîreya Koçê ji adresa xwe agahdar bike. Bala xwe bidi ku Daîreya Koçê lîsteyek wan heye ji deverên xaniyan ên ku pirsgirêkên wan ê civakî û aborî hene. Kesê ku li herêmek weha bijî dibe ku mafê desteka aborî ya Daîreya Koçê ji dest bide. Liser migrationsverket.se/asyl tu dikari bibîni ka adresa te bandor bûye.

Heger pêdivîyên te yên xisûsî hebin wê demê mafê te heye ku li malekê bi awayeke xisûsî hatîye adaptekirin bimînî. Weke mînak ev dikare ji bo wan kesan be ku

  • kêmanîyên wan yên fonksîyonî hene 
  • ji hêla fîzîkî yan jî psîkolojîkî ve nexweş in
  • kesên LGBT’yî ne (HBTQ-person)
  • dûcan (bihemil) in yan jî extîyar in.

Gavekî lez li ser pêdivî û îhtîyacîyên xwe bi Daîreya mihacirîyê ya gîştî re biaxive. Wê demê ew dê ji dest wan çi tê bikin ji bo ku ciheke lêmayînê ya ewle ji bo te peyda bikin.

Gelekî girîng e ku hemû kesên li malekê dimînin, bêyî ku ferqîyeta olî (dînî), çandî yan jî meyila seksûelî bigirin berçav, ji hev re rêzê bigirin û qedrê hevûdû zanibin. Heger tu li mala lê dimînî xwe ewle û di emnîyetê de hîs nakî wê demê divê tu berê xwe bidî Daîreya mihacirîyê ya gîştî.

Lênêrîna tendrûstî û nexweşan

Tu yê ku miraceatkarê mafê penaberîyê yî; mafê te heye ku lênêrîna nexweşan ya acîl, lênêrîna diranan ya acîl û lênêrîna ku nikare were paşvexistin wergirî. Yên biryara cureyê lênêrîna te dide meqama lênêrîna nexweşan e. Dema tu qerta-LMA ya xwe nîşan bidî ji bo serdana lênêrîna nexweşan û kirîna hîn dermanan mesrefekê nizimtir didî. Miraceatkarên mafê penaberîyê yên zarok û ciwanên binîya 18 salî, her wekî zarok û ciwanên li Swêdê dimînin, xwedîyê lênêrîna nexweşîyê ya belaş in.

Hemû miraceatkarên mafê penaberîyê ji bo miayeneyeke tendrûstîyê ya bêpare têne vexwendinê navendeke lênêrîna nexweşan. Miayeneya tendrûstîyê li ser miraceata te tu tesîrek nake. Ev ji bo başîya te ye. Heger ku nexweşîyeke te hebe, ew dê karibin di kêlîyeke zû de alîkarîya te bikin. Di miayeneya tendrûstîyê de ji te re li derbarê pirsên tendrûstî de şîret têne kirin, pêşnîyazên ji bo girtina testan û li derbarê lênêrîna tendrûstî û nexweşan ya Swêdê de agahî têne dayîn. Heger kêmanîyek te ya fonksîyonî hebe, nexweşîyek yan jî êş û nerehetîyekê ku lênêrînê pêwîst dike hebe vê yekê ji personel û xebatkarên lênêrîna nexweşan re bibêje.

Personel û xebatkarên lênêrîna nexweşan li cem Daîreya mihacirîyê ya gîştî kar nakin û erka veşartina siran li ser wan ferz e.

Kar û xebat

Weke miraceatkarê mafê penaberîyê, her çendî destûra rûniştinê ya te tuneye, dikarî li Swêdê kar bikî heger ku

  • miraceata te dê li Swêdê were mihekemekirin
  • ji bo dîyarkirina nasnameya xwe dibî alîkar
  • bi awayeke vekirî miraceata te weke bêbingeh nayê nirxandin.

Heger tu van şertan pêkbînî dibî xwedîyê mafê karkirinê.

Heger te kar kiribe û miraceata te ya mafê penaberîyê hatibe redkirin (yanê qebûl nebûye) wê demê hetanî ku ji Swêdê biçî yan jî hetanî ku di warê ji çûndina ji Swêdê de hevkarîyê bikî dikarî karbikî. Heger destûra rûniştinê wergirî ev tê wê maneyê ku tu dikarî biberdewamî kar bikî.

Ji bo karekî peyda bikî tu dikarî berê xwe bidî Daîreya karî (www.arbetsformedlingen.se External link, opens in new window.).

Alîkarîya aborî

Heger îmkana te ya xebatê tune be yan jî pereyê te tune be tu karî daxwaza perê rojane biki. Pereyên ku tu ji Daîreya Koçê distîni têra xwarin, cil û berg û lêçûnên kesane dikin. Heger tu pera ji Daîreya Koçê distînî girînge ku tu ji Daîreya Koçê re bibêjî heger aborîya te hat guhertin, wek nimûne heger tu kar bistînî, yan jî heger tu cîyê xwe biguherîni. Tu dikari mafê perê rojane winda biki ger tu bar biki deverek niştecîhek a ku pirsgirêkên civakî û aborî hene. Liser migrationsverket.se/asyl tu kare bibini kijan adresên bandor boni.

Her weha dibe ku tu mafê perê rojane û alîkarya taybetî winda biki eger tu adresek ji bilî ya ku tu lê dijî bidi, wek nimûne adresa sondoqa postê. Agahiyên ne rast bidi yan jî ne dana agahdarya dibe ku bibe wek sûcekî û dibe sedem ku Daîreya Koçê polîs agehdar biki.

Dibistan

Mafê hemû zarok û ciwanên miraceatkar heye ku biçin dibistan û pêşdibistanê. Li ser şaredarîya lê dimînî ferz e ku bi heman şertên ji bo kesên din yên li şaredarîyê dimînin rê bide ku zarok û ciwanên miraceatkarê mafê penaberîyê karibin biçin dibistan û pêşdibistanê. Bi armanca ku ji bo şaredarîyê hêsantir be, ku cihekê li dibistanê bide zaroka te, divê tu qebûl bikî ku Daîreya mihaciriyê ya gîştî agahîyên di derbarê nav, tarîxa jidayîkbûnê, ziman, welatê jê hatîye, û hejmara dabaşê de bide şaredarîyê. Herweha tu bixwe jî dikarî bi şaredarîyê re têkilî deynî û daxwaz bikî ku zaroka te biçe dibistan yan jî pêşdibistanê.

Tu yê ku salmezin î, piştî wergirtina destûra rûniştinê li Swêdê, dikarî dest bi xwendina zimanê swêdî ji bo bîyanîyan (SFI) bikî. Lê heger tu dixwazî di pêvajoya libendêmayîna biryarê de zimanê swêdî hîn bibî dikarî tevlî hejmarek kursên zimanê swêdî bibî ku rêxistinên dilxwaz û komeleyên perwerdeyê rêvedibin. Ji beşa pêşwazîkirinê ya xwe bipirse ka li herêma te çi cure îmkanên hînbûna zimanê swêdî hene.

Rêxistinên dilxwaz

Rêxistinên dilxwaz, komeleyên perwredeyê û dêr (klîse) li gelek herêman ji bo miraceatkarên mafê penaberîyê çalakî û aktivîte amade dikin. Personelên Daîreya mihacirîyê ya gîştî dikarin li derbarê rêxistinên li herêma te de agahîyê bidin te. Hemû rêxistin li herêmên piçûk tunene. Heger dixwazî bi rêxistinekê bi xeteke xisûsî re têkilî deynî, vê yekê jî ji beşa pêşwazîkirinê pirsîyar bike.

Lêkolîna mafê penaberîyê

Di lêkolîna mafê penaberîyê de dikarî bi rêya wergêrek (tercûmanek) zêdetir bahsa sebebên xwe yên ji bo wergirtina mafê penaberîyê bikî. Yanê, divê tu bahs bikî ka tu çima li Swêdê daxwaza parastinê dikî. Yê herî baş dizane ka te çima welatê xwe terikandîye tu bixwe yî. Loma gelekî girîng e ku tu bahsa hemû tiştên li welatê te hatine serê te bikî û her weha bibêjî ka çi dikare were serê te heger ku tu mecbûr bî vegerî welatê xwe. Divê tu bahs bikî çi hatîye serê te bixwe, û ne tenê bahsa rewşa li welatê xwe bikî.
Daîreya miharcirîyê ya gîştî dikare nirxandineke rast ya sebebên te bike, heger ku tu bahsa hemû tiştên girîng yên ji bo biryara xwe ya terikandina welatê xwe bikî. Dabaşnêr (karmend) dê bi rêya pirsên xwe bi te re alîkar be ku hîn bibe ka tiştê ji bo miraceata te girîng in çi ne.

Heger bi te re belge yan jî tiştên din yên gotinên te piştrast dikin hene wana bi xwe re bîne lêkolîna mafê penaberîyê. Heger pêwîst be dê Daîreya mihacirîyê ya gîştî van materyalan wergerîne ser zimanê swêdî.

Tiştên bahskirina wan zehmet e

Hîn tişt zehmet in meriv qala wan bike. Lê ev dikarin ji ber vê yekê zêdetir girîng bin ku meriv behsa wan bike. Li ser dabaşnêr erka veşartina siran ferz e. Wan tiştên tu ji wê re bahs dikî ew tenê dikare ji kesên din re ku bi miraceata te re mijûl in re bahs bike û ne kesekî din re. Heman erka veşartina siran ya ku li ser dabaşnêr ferz e herweha li ser wergêr jî ferz e. Heger îhtîyacîya te hebe dikarî daxwaza navberdayîna civîna lêkolînê bikî.

Heger tu dixwazî dabaşnêr xisûsî jin be yan jî mêr be divê tu vê yekê gavekî zû berya lêkolînê ji me re bibêjî.

Alîkarîya hiqûqî

Piranîya wan kesan ku serî li mafê penaberîyê didin parêzereke hiqûqî (avûkat) yê wan heye. Heger mafê te yê parêzereke hiqûqî hebe dê Daîreya mihacirîyê ya gîştî hiqûqnasekî xwenda peyda bike ku di pêvajoya mihekemekirina miraceata te de berjewendîyên te biparêze û alîkarîya hiqûqî bide te.

Yê parêzer tayîn dike û pareyê wî/wê dide Daîreya mihacirîyê ya gîştî ye. Lê parêzer li beramberî Daîreya mihacirîyê ya gîştî û meqamên din serbixwe kar dike. Tu dikarî kesekî pêşnîyaz bikî, û her weha daxwaza parêzereke jin yan jî mêr bikî. Wexteke zû berya lêkolînê dikarî vî tiştî daxwaz bikî. Herçendî mafê te yê ji bo parêzerek ku mesrefa wî/wê Daîreya mihacirîyê ya gîştî dide tunebe jî tu bixwe dikarî parêzerek bigirî û pareyê wî jî tu bixwe bidî.

Kar û rola wergêr

Di piranîya civînên bi Daîreya mihacirîyê ya gîştî re wergêrek (tercûmanek) beşdar dibe û tiştê tê gotin werdigerîne. Hinek caran wergêr di odeyê de rûdine û hinek caran jî bi rêya telefon yan jî li ser ekranekê beşdar dibe. Bibîra xwe bîne ku dema diaxivî carnan navberê bide da ku wergêr bigîhîje tiştên tu dibêjî tercûme bike. Dema wergêr diaxive divê tu rawestî hetanî ku ew gotina xwe bidawî dike.

Wergêr divê hîn qaîdeyan bişopînin. Berya wergerê divê werger herdû alîyan di derbarê rola xwe de agahdar bike, erka veşartina siran bibîrbîne û erka ku her tiştê ku di odeyê de tê gotin wergerîne, pêkbîne. Wergêr her tiştê ku tê gotin werdigerîne (tercûme dike), ne tiştek li ser zêde dike û ne jî tiştek jê kêm dike. Wergêr divê bêalî be, yanê fikrên xwe yên li derbarê sîyaset, ol (dîn) û tiştekî din de nebêje. Wergêr divê bêteref be. Ev tê wê maneyê ku wergêr divê xwe nexê nav meselê, hewl nede ku alîkarîya yekî bike yan jî nîşan nede ku ew di axaftinê de bi yek ji alîyan re hemfikir e.

Heger tu ji wergêr fam nakî, yan jî li cem wê/wî xwe rehet hîs nakî, gelekî girîng e ku tu vê yekê bibêjî. Tu dikarî civînê bidawî bikî û daxwaza wergêrekî din bikî. Herweha jibîr neke ku heger tu xisûsî wergêreke jin yan jî yekî zilam (mêr) daxwaz dikî, vê yekê di wexteke zû de ji me re bibêje.

Biryar

Heger destûra rûniş­tinê wergirî

Heger tu destûra rûniştinê wergirî dikarî li Swêdê bijî û li vir kar bikî. Wexta ku destûra rûniştinê wergirt divê tu biçî Daîreya bacê (Skatteverket) û li wir qeyda nifûsî ya xwe çêbikî û hejmara kesîn (personnummer) wergirî. Ji bo îspatkirina destûra rûniştinê ya te Daîreya mihacirîyê ya gîştî ji te re qerteke destûra rûniştinê dide. Daîre vê qertê dişîne ji beşa pêşwazîkirinê (mottagningsenheten) re.

Ji bo miraceatkarê mafê penaberîyê li Swêdê cureya herî normal yê destûra rûniştinê ya demsînorkirî ye ku salekî yan jî sê salan derbas dibe.

Dirêjki­rina destûrê

Dema destûra rûniştinê ya demsînorkirî ya te bidawî dibe dikarî ji bo dirêjkirinê miraceatê bikî. Gelekî girîng e ku tu berya destûra te bidawî bibe miraceatê bikî, lê ne leztirê sê mehan berya vê.

Destûra rûniştinê ya te dikare were dirêjkirin heger ku hîna jî pêdivîya te bi parastinê heye.

Heger mira­ceata te qebûl nebe

Redkirina (qebûlnekirina) miraceata te tê wê maneyê ku Daîreya mihacirîyê ya gîştî wê nirxandinê dike ku ji bo mayîna li Swêdê têra xwe sebebên te tune ne. Dema miraceata te tê redkirin du rê li pêşîya te hene: yan biryarê qebûl dikî û vedigerî, yan jî îtirazê dikî.

Heger miraceata te were redkirin dê biryareke vegerandinê yan jî sînorderkirinê bê dayîn. Ev ji wê roja ku biryar derbas dibe û pê ve ji bo çar salan derbas dibe. Heger tu di nav wê demê de dîsa werî Swêdê dikarî careke din werî vegerandin yan jî sînorderkirin. Wê gavê mafê te yê mihekemekirineke nû yan jî destekek ji Daîreya mihacirîyê ya gîştî tuneye.

Mafê cihê lêmayînê (mal) û alîkarîya aborî bidawî dibe

Tu yê ku miraceata wê/wî ya ji bo mafê penaberîyê hatîye redkirin mafê alîkarîya aborî wenda dikî. Ev ji bo te yê ku salmezin e û bi zarokek ji binîya 18 salî re namîne yan jî jêre welayetîye nake derbas dibe. Qesta bi alîkarîya aborî pareyê rojane û cihekê li malekê Daîreya mihacirîyê ya gîştî ye. Ji kêlîya ku biryara vegerandin yan jî sînorderkirinê derbas dibe (û êdî jê re nikare were îtirazkirin) yan jî gava ku muhleta te ya vegera dilxwaz diqede, mafê te jî bidawî dibe. Wê demê divê tu êdî Swêdê biterikînî.

Malbatên bi zarokin dikarin di malê demkî yê birêveberya koçê de bimînin û mafê wan ê piştgirtina aborî jî bimînê heya ku ew ji Swêdê derkevin an ji ber sedemek din ji beşa pêşwazîkirinê bin derxistin.

Heger dixwazî îtirazê bikî

Heger îtirazê bikî ev tê wê maneyê ku tu ji dadgehek daxwaz dikî ku biryara Daîreya mihacirîyê ya gîştî mihekeme bike. Tu îtiraza xwe ji Daîreya mihacirîyê ya gîştî re dişeyînî. Divê ev îtiraz sê hefte berya ku biryar dest bi derbaskirinê be bigîhîje destê daîreyê. Ev jî sê hefte ji wê roja ku biryar ji te re hatîye ragîhandin û pêve ye. Heger parêzerek te hebe ew dikare alîkarîya te bike.

Ewil Daîreya mihacirîyê ya gîştî îtiraza te di çav re derbas dike, ji bo ku temaşe bike ka gelo pêwîst e ku biryar were guhertin yan na. Heger Daîreya mihacirîyê ya gîştî ne di wê qeneetê de be ku divê biryar bê guhertin, ew îtiraza te dişeyîne ji dadgeheke mihacirîyê (migrationsdomstolen) re ji bo ku dabaşa te mihekeme bike. Heger tu ji hukma dadgeha mihacirîyê nerazî bî ev car jî dikarî ji Dadgeha bilind ya mihacirîyê (migrationsöverdomstolen) daxwaz bikî ku dabaşa te mihekeme bike.

Dadgeha bilind ya mihacirîyê tenê dozên ji hêla prensîbî ve girîng mihekeme dike, ji bo ku hukma wê ji biryarên pêşerojê re rê nîşan bide. Heger bersiv ji te re bê dayîn ku Dadgeha bilind ya mihacirîyê dê îtiraza te mihekeme neke wê demê biryara redkirinê ya di derheqê te de yekser derbas dibe.

Heger tu fikra xwe biguherînî û îtiraza xwe paşve bikşînî wê demê dikarî ji Daîreya mihacirîyê ya gîştî re rabighînî ku tu biryara redkirinê qebûl dikî.

Veger

Ji wê roja ku biyara redkirinê ya te derbas dibe û pêve muhletek ji bo te dikare bê dayîn da ku tu bixwe welat biterikînî. Di biryara te de hatîye nivîsandin ka muhleteke çiqas dirêj ji bo te hatîye dayîn ku welêt biterikînî. Û di wexta xuyakirî de terikandina welêt berpirsîyarîyekê te ye. Daîreya mihacirîyê ya gîştî dikare, ji bo vegera welatê te yan jî çûndina welatekî din ku mafê te heye tu li wir bijî, alîkarîya te bike. Daîreya mihacirîyê ya gîştî dikare, ji bo danîna têkilîyan li welatê te yan jî veqetandina rêwîtîya te, bi te re alîkar be.

Hîn kes her weha dikarin alîkarîyeke aborî jî wergirin da ku destpêkirina jîyaneke nû li welatê wan hêsantir bibe. Hîn kes jî dikarin alîkarîya jinûve entegrebûna li welatê xwe wergirin, weke mînak alîkarîya hiqûqî yan jî alîkarîya ji bo cîhgirtina di bazara kar ya welatê xwe de. Heger dixwazî zêdetir agahî wergirî di derbarê alîkarîya jinûvebicîhbûnê (återetableringsstödet) ji dabaşnêra xwe pirsan bike.

Qedexeya vegerê

Heger tu wexta ku di biryara te de hatîye nivîsandin Swêdê terk nekî wê demê qedexeya vegerê li ser te dikare bê danîn. Bi vî re tu nikarî ji bo salekî werî nav herêma Schengenê, Bulgarîstan yan jî Romanyayê. Gelekî girîng e ku tu bixwe li ber çav bigirî ku ka divê kengî tu welat biterikînî.

Her weha qedexa vegerê dikare li ser te bê danîn heger ku Daîreya mihacirîyê ya gîştî bigîhîje wê qeneetê ku tu dê bi dilxwazî venegerî welatê xwe.

Heger biryareke vegerandinê ya divê yekser were pêkanîn ji bo te bê dayîn, bi vî re herweha qedexeyeke vegerê jî hertim li ser te tê danîn.

Heger tu hevkarî nekî

Heger Daîreya mihacirîyê ya gîştî binirxîne ku tu ji bo vegerê hevkarî nakî wê demê dikarî pareyê rojane ya xwe wenda bikî. Daîreya mihacirîyê ya gîştî her weha dikare çavdêrîya te bike yan jî te bigire binçav. Çavdêrî tê maneya ku divê tu bi awayeke daîmî li hîn cîyan di hîn saetan de xwe nîşanbidî. Herweha dikarî mecbûr bî ku pasaporta xwe û belgeyên din yên nasnameyî jî bidî hundir. Girtina binçavan tê wê maneyê ku tu li avahîyeke girtî û kilîtkirî têyî bicîhkirin û nikarî ji wê derê derkevî derve.

Heger Daîreya mihacirîyê ya gîştî bigîhîje wê qeneetê ku vegera te yan jî sînorderkirina te nemimkûn e, ji ber ku tu hevkarîyê nakî, wê demê polîs dikare ji bo tu Swêdê biterikînî berpirsîyarîyê bigre ser xwe. Mafê polîs heye ku ji bo girtina te biryarê bide û li te bigere, û ew dikarin ji bo ku tu welat biterikînî zorê jî bikar bînin.

Agahîyên nû
Heger piştî redkirina nîhayî agahîyên nû peyda bibin Daîreya mihacirîyê ya gîştî dikare wê agahîya nû mihekeme bike û binêre ka ew têr dike ku sînorderkirina te bê rawestandin yan na. Weke mînak, rewşa li welatê te dikare xerabtir bûbe yan jî tu bi nexweşîyeke giran daketîbî. Daîreya mihacirîyê ya gîştî dikare bi însîyatîfa xwe mihekemekirinekê bike yan jî li ser daxwaza te ya ji Daîreya mihacirîyê ya gîştî vê yekê bike.

Heger dixwazî zêdetir tişt zanibî

Tu dê werî vexwendinê çend civînan û li wir dê agahîyên li ser tiştên ku di pêvajoya libendêmayînê de girîng in dê ji te re werine dayîn.

Dabaşnêra (karmenda) li beşa miraceatê dê ji te re bibêje ka çi cure alîkarî tu dikarî wergirî; weke mînak, cihê lêmayînê (mal), aborî, lênêrîna nexweşan û dibistan ji bo zarokan.

Piştî ku beşa miraceatê (ansökningsenheten) miraceata mafê penaberîyê ya te qeyd kir tu dê li cem beşa pêşwazîkirinê (mottagningsenheten) werî nivîsandin. Beşa pêşwazîkirinê dê bang bike te ku tu tevlî agahîyên grûpe bibî û dê ji te re agahîyên lokalî bê dayîn, û ka li cihê tu lê dimînî çi şert û qaîde derbas dibin.

Heger ku di warê miraceat û dabaşa te de tişteke nû çêbûbe dê beşa pêşwazîkirinê bang li te bike ku tur werî civînekê. Dema di derbarê te de biryarek bê dayîn dê dabaşnêrek îzah bike ka ev biryar ji bo te tê çi maneyê û ka divê tu çi bikî.

Heger pirsên te hebin tu dikarî berê xwe bidî beşa pêşwazîkirinê ya xwe yan jî ji servîsa xizmetê re telefonê bikî: 0771-235 235. Servîsa xizmetê rojên Dûşem–În navbera saetên 08.00–16.00 de bersiva telefonê dide.

Tu herweha dikarî zêdetir li ser vê rûpelê bixwînî: www.migrationsverket.se/asylum-kurmanji.

Li ser malpera www.informationsverige.se External link, opens in new window. dikarî nivîsan bixwînî ka civaka swêdî çawa ye û çawa tê rêvebirin.

Heger dixwazî bi awayeke acîl (akut) xwe bigihîjînî polîs, ambulans yan jî agirkujîyê telefonê hejmara 112 bike.

Heger tu dixwazî bi polîs re li ser meseleyeke ne-acîl biaxivî dikarî telefonê hejmara 114 14 bikî.

Heger li derbarê tendrûstî (sihet) yan jî lênêrîna nexweşan de pirsên te hene dikarî telefonê hejmara 1177 bikî.

Last updated: